Bawername li zarokên tevlî festîvalê bibûn hat belav kirin

19:02

JINHA

SERÊKANIYÊ - Navenda Çand û Hûner ya Waşokanî bi şahiyekî bewarnameyê zarokên ku beşdarî festîvalê bibûn hat belav kirin.

Li Navenda Çand û Hûner ya Waşokanî di şahiyê de 50 bawerbane li zarokên tevlî festîvalê bibûn hat belav kirin. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê despêkir û piştre jî koordînasyonê Çand û Hûner a Rojava Riha Hisên axivî. Riha got: "Ji ber derfetê avakirina vê şahiyê bi kedê Rêber Apo û şehîdên şoreşê pêk hatiye ku xeyalê Rêber Apo ew bû li ser Sûrên Amedê bi zarokên Kurdistanê re hevdîtin pêk bîne, ji ber vê em vê şahiyê diyarî rê Rêber Apo û şehîdên şoreşê dikin."

Piştî axaftinê Koma Şehîd Şînda, Koma Şehîd Yekta stranên xwe ên şoreşgerî pêşkêş kirin. Koma Şehîd Mizgîn jî bi govenda xwe reng da şahiyê. Di dawiyê de jî 50 bawername li zarokên tevlî şahiyê bibûn hat belav kirin.

(de/rc)