Jinên Qamişlo civîna xwe yê aborî pêk anîn
19:03
JINHA
QAMIŞLO - Li navenda ciwanan ya bajarê Qamişlo jinan civîna xwe yê aborî li darxistin. Civîna ku bi beşdarbûna dehan jinan pêk hat, behsa girîngiya aborî a komînan jî hat kirin.
Li taxa Qudirbeg ya bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê jinan civîna xwe yê aborî li darxist. Civîna ku bi pêşengiya Yekîtiya Star hatî li darxistin gelek jin tevlî bûn. Civîn bi tevlîbûna Rêvebirên Yekîtiya Star Henîfe Mihemed, Şîlan Ehmed û Rêvebira Aborî ya bajarê Qamişlo Delal Efrîn pêk hat. Delal Efrîn di civînê de behsa girîngiya kooperatîfê jinan kir û wiha got: "Em wekî Rêxistina Aborî li tevahî bajarên Kantona Cizîrê civînên xwe li dardixin. Armanca me ji van cîvanan jî aboriya jin bi aweyek rêxistinî dayîna rûnişkandine." Delal wiha got: "Xebatên komînan dê bi rêveberiya TEV-DEM, Yekîtiya Star û Rêxistina Aborî ve bê meşandin. Ji ber vê divê em di bingeha komînan de kooperatîfên jinan aktîftir bikin."
'Dê her kes cihê xwe di nava komînan de bigre'
Delal behsa erdîgeriya dewlemend ya Rojavayê Kurdistanê kir û wiha got: "Ji ber ku erdîngeriya Rojava dewlemende dest dide ku em di warê aboriya civakî de projeyên cûda bi rêvebibin. Gelek komîn ji ber ku bi aweyek kordîne xebatê xwe nedan meşandin bandor li xebatên aboriya civakê kir. Di demê pêş de emê li ser van pirsgirêkan rewastin. Ji ber vê yekê dê her kes cihê xwe di nava komînan de bigre."
'Bi rêxistinkirina komînan em ê hemû êrîş vala derbixin'
Delal diyar kir ku armanca êrîşê çeteyên DAIŞ'ê zeyfxistina vîna gele û wiha got: "Li beramberî ku gelê me di nava xizaniyê de dijî jî lê bi baweriya xwe ve girêdaye. Em bi rêxistinkirina komînan dikarin hemû êrîş vala derbixin. Ji ber vê yekê em girîngiyê didin rêxistinbûna civak û jinê."
Her wiha Rêveberiya Yekîtiya Star Henîfe Mihemed jî piştgiriya xwe ya li gel projeyên aborî anî ziman û got: "Axên di destên mede heya bûherê divê em têde bixebitin û çandiniyê bikin. Divê yek erd bê çandinî nemîne. Ev erkên sereke yên komînane ji ber vê divê amedekariya xwe bikin. Berhemên ku ji çandiniyê derê hem komîn dê pêdiviyên xwe pêşwazî bike hem jî dê piştgiriyê bide jinan."
(bk/rc)
