ROJEVA 20 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ

09:52

*Psikiyatrist Pro. Dr. Sibel Mercan diyar kir ku şer herî zêde şopên giran ser jinan dihêlin û got: "Ji bo biçuk xistinê tecawîzkirin, di aliyê derunî de tindî kirin, serdeçun, tirsandin, êrîşî nijada wan kirin van hemûyan digire nava xwe."

*Jinên Elewiyên ku ji bo "Cizr nebe Kerbela" hatine Cizîrê bilêv kirin ku ew jinên herî êş kişandîne ji ber wê êşên li Cizrê hatine jiyîn bi kuranî hîs dikin. Nûnera Komeleya Elewiyên Demokrat Hulya Yer got: "Ji ber ku Elewiyan li Kerbelayê serî netewan ji ber wê ser wan qirkirin kirin. Îro jî ji ber kurd li hember Erdogan û hişmendiya faşîzane serî natewînin ji bo wê ye bi qirkirinê re ru bi ru ne."

*Ji bo çuna Ewrupayê penaberên ku piraniya wan Suriyelîne bi rojane di otogara stenbolê de li benda derketina rê ne. Esma diyar kir ku ji ber şertên jiyana zor û cudahiya heyî naxwazin li Tirkiyê bijîn û wiha got: "Berê welatê me gelek xweş bû, lê şer derket. Ji ber şerê heyî em hatine li vêderê."

*Konservatuara Aram Tîgaran ya ku perwerdeyên hûnera Kurdî dide dest bi xebatên xwe ên nû kir. Endama Desteya Rêvebira Konservatura Aram Tîgran Xezal Arslan bang li her kes kir ku zarokên xwe bişînin qursên perwerdê.