‘Bila li nav çavên me binhêrin û biryar bidin’

02:54

 


Hulya ADIYAMAN


SÊRTÊ – Doza mamosteya 25 salî ya bi navê Esîn Guneş a li Sêrtê ji ber tundiya wî doza hevberdanê li hevserê xwe kir û dema doz berdewam dikir cenazeyê wê li binê zinarek hat dîtin, didome. Doza Esîn a hate îdîakirin ji zinar de ketiye, ev 2 sal in berdewam e. Bersûcê kuştina Esîn Guven Guneş, ne girtî tê darizandin. Jinên piştgirî didin malbata Esîn, wiha gotin: “Bila hakim û dozger li nav çavên me binhêrin û biryar bidin da ku nikaribin cezayê wan kesan bi hêsanî kêm bikin.”


Tenê li gorî qeydên fermî, li Tirkiyê rojê bi qasî 5 jin, mafê xwe yê jiyanê wenda dikin. Yek ji van jinan jî, Esîn Guneş a 25 salî ye. Esîn, rastî tadeyiya hevjînê xwe Guven Guneş dihat. Lewma jî, doza hevberdanê lê kir. Dema doz berdewam dikir, bedena wê ya bê can mayî, li bin zinarek hat dîtin. Îdîa kirin ku Esîn bi şaşî ji ser zinar de ketiye û miriye. Fahriye Işık ku dayîka Esîn e, gotina ‘xwe kuştiye’ erê nake. Fahriye îdîa kir ku Guven ê zavayê wê bû, keça wê kuştiye û wiha got: "Ev doz wiha nayê girtin. Ev dozger, ev dadger, bila wiha bizanibe. Ez ê vê bûyerê heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bibim.”


Piştgiriya jinan a her diçe zêde dibe


Piştî ku bûyer di nav rayagiştî de hat bihîstin, komele û înisiyatîfên di mijara jinê de lêkolînan dikin, ji bo tevlî pêvajoya darizandinê bibin, rojên rûniştina dozê, li ber edliyê kom bûn. Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Berfîn a Şaredariya Sêrtê, Komeleya Jinan a SELÎS, Jinên EHP’yî, Komeleya Jinan a Ceren, Kooperatîfa Jinan a Rezan, DÎKASUM a Şaredariya Bajarê Mezin, KARDELEN a Şaredariya Rezan, KADEM’a Şaredariya Sûrê, EPÎDEM’a Şaredariya Yenîşehîrê, Komîsyona Jinan a DÎSK’ê, ÎMECE, Înisiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Sêrtê, Rêxistina BDP’ê ya Sêrtê, Kongreya Gelan a Demokratîk, KESK, ÎHD, TUHAD-DER, PlatformaEm ê Kuştinên JinanRawestînin, doza Esîn Guneş dişopînin. Gokçesu Ozgul a hem parêzera Esîn Guneş e, hem jî Berpirsyara Hiqûqê ya PlatformaEm ê Kuştinên JinanRawestînin e, diyar kir ku li mala Esîn lêkolîn nehatiye kirin û dosya hatiye girtin. Gokçesu destnîşan kir ku dosya, piştî sal û nîv dem di ser re derbas bûye, ji nû ve hatiye vekirin û wiha got: "Ez bi PlatformaEm ê Kuştinên JinanRawestînin re tevlî vê dozê bûm. Lê piştî ku daxwaza tevlîbûna vê platformê hat redkirin, min wekî kes xwe tevlî dozê kir.” 


‘Di kuştinên jinan de bila biryara beraetê neyê dayîn!’


Gokçesu, îdîayên wekî ‘di 24’ê tebaxa 2010’an de Esîn li herêma bi navê Tîllo ya Sêrtê xwe ji ser zinar de avêt û dawî li jiyana xwe anî’ nirxand. Gokçesu, diyar kir ku dozgeriyê lêkolîneke berfireh û baş nekiriye, lewma jî dosya hatiye girtin. Gokçesu, destnîşan kir ku piştî bûyer çûye ber dadgehê, gerek li mala Esîn lêkolîn bihata kirin, lê nekirine û wiha got: “Piştî ku salek û nîv di ser re derbas bû, dosya dîsa hat vekirin. Di mijdara 2011’an de rûniştina destpêkê bû. Em niha li rûniştina 4’an in. Keşif nehatibû kirin. Analîzên DNA’yê, li nexweşxaneya dewletê ya ku Guven Guneş lê dixebitî hatine kirin. Me niha dîsa ji bo keşfê serî lê da û hat erêkirin. Analîzên DNA’yê dîsa hatin xwestin. Em li hêviya wan in ku bikevin dosyayê.” Gokçesu, destnîşan kir ku bersûc Guven Guneş hê jî ne girtî ye û wiha got: “Hêviya me, biryara girtinê bû. Em her carê vê daxwaza xwe ji dadgehê re dibêjin. Em ê dîsa hêvî bikin ku beraet nekin.”


‘Hemû saziyên dewletê piştgirî didin zilam’


Nûnera ‘Platforma Em ê Kuştinên JinanRawestînin’ Berna Gorgulu, diyar kir ku ji vê bûyerê re nabêje kuştina jinê. Berna, anî ziman ku hinceta kuştina jinê, têkildarî ‘ristên jinantî’ ne. Berna balkişand ser newekheviya di ristên zayendparêziya civakî de û wiha got: "Di nav civakê de, meseleya ristên zilamtî û ristên jinantiyê heye. Dema ku em dibêjin em ê van ristan nelîzin, meyla me diçe ser derketina derveyê van ristan, tiştê ku li me vedigere, kuştina me ye. Em bedêla vêya, bi canê xwe didin. Em navê wê jî, kuştinên jinan datînin.” Berna da zanîn ku hemû jin bi xetereya kuştinê re rû bi rû ne. Berna, destnîşan kir ku hemû saziyên edaletê, hemû saziyên dewletê, piştgiriyê didin zilam, piştgiriyê didin dewlemendan. Berna, diyar kir ku li gorî baweriya wê, dema rayagiştî bê avakirin, dê ev yek tesîrê li encama dozê bike û wiha pê de çû: “Bila hakim û dozger li nav çavên me binhêrin û biryar bidin da ku nikaribin cezayê wan kesan bi hêsanî kêm bikin.”


'Welatê jinên tên kuştin'


Berna, anî ziman ku bidawîkirina kuştinên jinan, bi pêkanîna wekheviya di navbera jin û zilam de pêkan e û wiha pê de çû:


“Tirkiye, welatê jinên tên kuştin e. Bi kuştinên her roj zêde dibin, mafê mey ê jiyanê ji destê me tê stendin. Cezayên ku li qatilên jinan tên birîn, bi hincetên wekî texrîqa niheq, rewşa baş, pêşeroj, poşmanî û gelekên din, tê kêmkirin. Heta ku em newekheviya di navbera jin û zilaman de pêk neynin, -behsa hemû wekheviyan, wekî siyasî, civakî, aborî dikim- kuştinên jinan dê neqedin. Lê heta ku ev wekhevî pêk bê, tiştên gelek girîng ên divê bên kirin hene. Divê saziyên dewletê bikevin nav liv û tevgerê. Ev xala yekem e. Erka dewletê ew e ku mafê jiyanê yê kesên li ser vê axê dijîn, biparêze. Pêwîst e ku qanûnên xwe li gorî vê yekê sererast bike. Mînak, divê TCK'ê (Qanûna Ceza ya Tirk) li gorî vêya sererast bike.  Li vî welatî, tu qatileke jinê, rastî cezayê giran nayê.”


'Piraniya delîlan kom nekirin'


Abdulhakîm Gîder ku yek ji parêzerên tevlî dozê dibin e, da zanîn ku piştî malbata Esîn Guneş serî li wî daye, dest bi teşebusan kiriye. Abdulhakîm Gîder diyar kir ku ji dozgeriyê re gotiye li mala Esîn lêgerîn pêk bînin û wiha got: "Me got Esîn rojnivîsk dinvîsî gerek ev bên bidestxistin. Me got tomarên kamerayên li îstasyonên petrolê yên li Tîlloyê û li ser rê, bistînin. Me got telefonan bigirin û lêkolîn bikin. Piraniya van tiştan nehatin kirin. Tenê, çend delîl hatin komkirin.”


Daxwaza saziyên jinan a tevlîbûnê hat redkirin


Civaknas Katîbe Demîr ku li Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfîn a Şaredariya Sêrtê dixebite, balkişand ser girîngiya qanûnkirina wekheviya zayendparêziya civakî û wiha got:"Heta ku guhertina civakî pêk neyê, em nikarin pêşî li kuştinên jinan bigirin. Lewma jî divê ev sîstema hiqûqê ya bi destê zilam hatiye çêkirin, têk here. Ev pir girîng e." Katîbe destnîşan kir ku di doza Esîn Guneş de jî, divê sûcdar bên cezakirin. Katîbe, anî ziman ku dema doz bi awayekî adilane biencam bibe, dê ji bo kuştinên jinan jî bibe mînak. Katîbe da zanîn ku wekî navenda şêwirmendiya jinê, li hemberî hemû ‘qirkirinên jinan’ in û wiha pê de çû: "Em dozê ji nêz ve dişopînin. Wisa nebe, dibe ku ser wê bigirin, rastî dernekevin holê. Lê serlêdana me ya ji bo tevlîbûna li dozê, nehat erêkirin. Digel her tiştî, em ê wek hergavîn, ji bo Esîn Guneş dîsa li ber dadgehan bin û dengê xwe bilind bikin.”


Fotograf - Kamera: Hulya ADIYAMAN


JINHA


(ha/hp/xo)