Jinên ciwan tevlî nava refên YPJ’ê dibin
16:09
Îlon
20
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademiya Şehîd Şîlan a leşkerî dewreyek perwerdeya şervanên nû yên YPJ’ê bi daw kir.
Akademiya Şehîd Şîlan a Leşkerî ji bo şervanên nû dewreya perwedeyê bi navê Şehîd Çîcek dabû destpêkirin. Di dewreya ku dersên bîrdozî û leşkerî tê de hatin dayîn îro bi merasîmekê bi dawî bû. Merasîm bi rêzigirtinê dest pê kir û paşê nasname li şervanan hatin belavkirin.
Di merasîmê de malbate şehîd Çîçek û fermandara YPJ Zîlan Efrîn amade bûn. Di dawiyê de şervanan stran gotin û şano pêşkêş kirin.
(rc)
