Li Sêrtê 2 zarok hatin binçavkirin
16:44
Îlon
20
/ 2015
JINHA
SÊRT - Li Sêrtê 2 zarokên ku li ber derê mala xwe dilîstin ji aliyê polîsan ve hatin binçav kirin.
Li Taxa Yenîmahalle ya Sêrtê 2 zarokên temenê wan 12 û 13 salî, dema li ber derê mala xwe dilîstin ji aliyê polîsên ku bi wesayitên zirxî hatin taxê hatin binçav kirin. Hate zanîn ku zarokên bi navê E.A. û H.A. ji ber îddîaya ku "Ala Tirk parçe kirine" hatine binçav kirin û ew birine Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê.
Hate ragihandin ku dema polîsan zarok binçav kirine bi gotinên "Hun hemû terorîst in" gefan li gel xwarine.
(zt)
