ROJEVA 21 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ

09:43

*Jinên Êzidiyên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Kampa Penaberan a Aştî ya li bajaroka Erbatê dimînin dixwazin şertên jiyana wanê bên başkirin. Jinan bê baldariya saziyên jinan rexne kirin. Jinan diyar kirin ku li gel av û xwarinê pêdiviya wan bi cihên hewandinê yên ji bo zivistanê hene.

*Hunermendên NÇM'ê yên li hember polîtîkayên ser gelê Kurdistanê tê meşandin di çalakiyan de gotin: "Ev êş tenê ne êşa Kurdistanê ye, bila hemû Tirkiye deng bidin aştiyê. Ji xwe têra xwe sebra kurdan ketiye zorê. Divê cardin masê muzakereyan ê hatî rakirin têkeve dewrê."