Li Çiyayê Cudî dê heta sere sibê nobet berdewam bike
16:19
JINHA
ŞIRNEX - Li hember operasyonên leşkeran ên li Çiyayê Cudî hatîn destpê kirin parlementer û welatî dê bi armanca bila operasyon bên seknandin heta sibê nobet bigrin.
Çiyayê Cudî yê Şirnexê ji bo operasyonê leşkeri bên seknandin parlementerên HDP Leyla Birlik, Aycan Îrmez, Ferhat Encu, Mehmet Ali Aslan, Enise Guneyli, nûnerên saziyan û gelek welatî ber bi heremê ve derket rê. Derketina Şirnex û Kaskîrê de ji aliyê polîs û leşkeran ve komên hatin asteng kirin ji deşta Heştanê ber qada operasyonê ve berdewam kirin. Parlementer û gel heta serê sibê dê nobetê bigrin. Parlementera HDP'ê ya Merdînê Enise Guneyli anî ziman ku goristanên "Şehit Binevş û Egîd" ji ber bombebaranê hatiye talankirin û dengê topan cih bî cîh hêjî deng tê. Enîse got ku qada ew lêne perçê şarapnela hene.
(ha/zt)
