ROJEVA 22 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ
09:10
*Cîgira Hevşaredara Akdenizê Sebahat Gençtarih Cebe girêdayî giringiya rêveberiya cewherî wiha got: "Em dixwazin bi rêveberiya cewherî bi nêrînên gel û hêviyên wan bigihînin serketinê. Ji bo wê em rêveberiyên cewherî diparêzin û rêveberiyên cewherî tiştek tirsê nîne."
*Fane Silêman a ku bav û keça wê di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye got: "Ez bang li hemû dewletên cîhanê dikim; Bila dengê jinên Êzidî bibhîsin. Jin û zarokên me ji destê çeteyên hov rizgar bikin."
*Jinên ku çûne Cizîrê û hewldane nûçegihantiyê bikin, bal kişandin ser nûçegihantiya aştî û bang li nûçegihanên medyayê navendî kir. Jinan gotin: "Çi li vir çawan diqewime, em nêrîn pêş dixin. Ji ber vê yekê divê piştgirî bidin vê nûçegihantiyê û bi hêz bikin."
*Pisporan ji bo Cejna Qurbanê tiştên divê bên berçavgirtin şiyarî kirine. Pisporan diyar kirin ku divê kesên nexweşiyên weke dil-demar, hipertansyon, mide û şeker heyî bi tayîbetî xwe ji gelek xwarina goştê sor û şîrîniyan biparêzin.
*Wezîra Malbat û Polîtîka ya Civakî Ayşe Gurcan ji bo bezîrganiyê got 'saziya xerê û dua yê' jinan bertek nîşan dan û di bin kirîvê olê jinan mehkum dikin wekhevi yê û gotin; "Karê me dirêje tekoşîna me zehmete. Tekoşînê berdewam bikin."
