ROJEVA 23 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ

09:08

*Niştecihên Gondê Allahdiyen têkoşîn li dijî projeyên HES ên ku tê plankirin ku li Salîhlî bê çêkirin dan despêkirin û diyar kirin ku wek niştecihên ku li wir dijîn divê çi bê kirin ji wan were pirsîn û wiha gotin: "Dema ku pîrên me avê ji çiya anîn vir jiyana xwe ji dest dan. Bi alîkariyê dewletê ev av ne hatiye vir. Em ê heya dawî xwedî li axên xwe derên."

*Jinên bajarê Dirbêsiyê bertek nîşanî polîtîkayên şer a dewleta tirk da û anîn ziman ku şoreşa gelê Bakûrê Kurdsitanê ji berî çil sal ve hatî despêkirin û şoreşa Rojava hêza xwe ji gelê Bakûr digre.

*Di nava kargeha dirunê ya li Dîclekentê de 5 jin bi xebatek hevpar dixebitin. Rêvebera kargehê Necmiye Buyukbaş diyar kir ku ew 5 jin bi kedek hevpar dixebitin û wiha got: "Em her 5 jin hem di xebatê de hem jî di nava jiyanê de xwe birêsintin û perwerde dikin. Em demek baş bi hev re derbas dikin. Weke xebatê dahata me jî hevpare."

* Endama Komisyona Penaberan a ÎHD'ê Gulseren Yoleli diyar kir ku penaberên Suriyê neçar mane ji ber şer welatê xwe berdin diçin welatên lê dijîn jî zêdetir zoriyan dibînin. Gulseren da zanîn ku penaberek Suriyê ji bo xwe wiha gotiye: "Şer biqedînin ku em jî vegerin welatê xwe." Gulseren wiha domand: "Dema ku penaber tên Tirkiyê rastî kirinên dermirovane tên û dema dixwazin biçin welatekdinê dimirin. Penaber neçarî sêgoşa mirinê tên kirin."

*Girtiyên PAJK'ê girêdayî polîtîkaya şerê li Kurdistanê berdewam dike û berxwedana gel daxuyanî dan û gotin: "Her çendî bedena me dîlgirtîbe jî dil, mejî û hemû hêviyên me bi berxwedana gelê me re şêwe digire. Em bejna xwe li ber sekna gelê xwe a ku hêvî bi berxwedanê tacîdarkirine ditewînin."

*Herî zêde şer li ser zarokan bandor dike ji bo cejna qurbanê daxwazên wan aşitî bû. Emre yê 14 salî got; "Ez di cejnêde dixwazim bila çek bedeng bin" û Enes ê 10 salî jî got "Bila di cîhanê de aşitî û biratî bibe."