ROJEVA 24 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ
09:00
*Endama Meclisa Giştiya DBP'ê Gulcihan Şimşek diyar kir ku gel bi îlana xwe ya rêveberiya cewherî dewlet hedef negirtiye û wiha got: "Li gel dewletê jî gelê kurd û gelên li Kurdistanê dijîn ji bo gihiştina aştî û demokrasiyê divê teqes rêveberiya cewherî îlan bikin."
*Xebatkarên qursa çente ya ku di binesaziya Şaredariya Dêrikê de vebûye diyar kirin ku, ew dixwazin qursê veguherînin atolye yê lê armanca wan a sereke kooperatîfbûne.
*Her kes bi çanda xwe li Rojava Cejna Qûrbanê pîroz dike. Malbat cejna xwe li gorîstana şehîdan pîroz dikin, zarok derî bi derî digerin û şekirên xwe ên cejnê berhev dikin. Her wiha welatî jî hestên xwe ên cejnê wiha vedibêjin: "Hêviyên me ew e ku cejnek din di şert û mercên azad de pîroz kirine."
* Hîndekara Zanîngeha Hacettepe Ozge Sanem Ozateş, li ser bandora pêkaninên 'Xizmeta karê Malan" a li ser jinan lekolin kir. Ozge, diyar kir ku li gorî lêkolîna wê ya 3 sal û nîvan keda jinên xizmeta malan dike bi destê dewletê tê xwarin û binpêkirin.
* Li Şirnexê çalakiyê mertalên zindî belav dibin. Gelê Şirnexê di roja cejnê de, îro ber bi herêmê Besta ve bi rêkeve. Di nava çalakvanan de dayîka fermandar Rojhat Bluzeri (Lezgîn Yorga) Eyşe Yorga ya 70 salî jî heye.
