ROJEVA 25 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ

09:30

*Li cîhan û Kurdistanê a herî zêde dibin maxdûrê şer zarokin. Zarokên ku neçar dimînin ji ber şer li xerîbiyê bijîn, li pay hêviyên jiyana nû ketine.

*Jinan diyar kirin ku, li dijî biryarê AKP'ê a hilbijartinê ew jî bi biryarin û gotin li hemberê xeyalê Receb Tayyîp Erdogan a seroktî û qesrê ew ê dengê xwe bidin alîgirên aştiyê. Jinan bertek nîşanî gotina Serokomar a "Ez 500 wekîlên xwecih dixwazim" dan û gotin, "Te 400 ne stand em ê 550'î jî nedin."

*Mala Xwedîkirina Biroj û Kreşa Perperok, li gel hemû astengiyên walîtiya Wanê dest bi sala nû ya perwerdehî û hîndekariyê kir. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mala Xwedîkirina Biroj û Kreşa Perperok, ji bo perwerdehî û hîndekariya zimanê kurdî xist xizmeta zarokan.

*Mala Dagirkerî ya Don Kişot, ku di berxwedana Gaziyê de bi dest xistin û kirin mala jiyana kolektif niha bi biryara rûxandinê re rû bi rû ye. Don Kişotvanan, diyar kirin ku pêdivî bi gelek malên din ên dagirkeriyê hene.