Li kampa penaberan a Akrê mirin û birîndarî

11:12

JINHA

DUHOK - Li kampa penaberan a Mamilyan a girêdayî navçeya Akrê di nava Misilman û Êzidiyan de şer derket mirî û birîndar hene.

Li kampa penaberan a Mamilyan a girêdayî navçeya Akrê ya Duhokê di nava Misilman û Êzidiyan de şer derket. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî gihayî Rojnewsê li kampê di nava penaberên Misilman û Êzidiyan de şer derketiye, di nava şer de welatiyek Êzidî jiyana xwe jidest daye û gelek birîndar hene. Li gorî hinek çavkaniyên cuda jî hijmara miriyan hîn zêdetire. Hat îdiakirin ku di şer de 3 Misilman û 2 Êzidiyan jiyana xwe jidest dane.

(zt)