Li Şêxmesud şer berdewam dike
11:24
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Pevçûnên ku duh bi êrîşên komên çeteyan re li taxa Şêxmeqsud di navbera hêzên YPG’ê û van komên çeteyan de derketibû cih bi cih didome. Hat gotin ku çete hewl didin rêya Efrîn û Helebê bigirin û taxê dorpêç bikin.
Komên çeteyan ên El-Nusra, Ehrar El-Şam û tabûrên Nûreddîn El-Zenkî ji roja yekemîn a Cejna Qurbanê û vir ve êrîşî taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ku piraniya şêniyên wê kurd in kirin. Li ser van êrîşan hêzên YPG’ê jî bersiv da û pevçûn derket. Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyan ji herêma Şiqeyif a dikeve bakurojhilatê Helebê êrîşî herêmê kirine. Herêma Şiqeyif tekane rêya ku di navbera Şêxmeqsud û Efrînê de ye û hat gotin ku çete hewl didin bi van êrîşan Şêxmeqsudê dorpêç bikin. Hat diyarkirin ku pevçûn cih bi cih didomin û hêzên YPG’ê nehiştine ku çete bigihîjin armanca xwe.
(zt)
