Li Endonezyayê erdhej
11:38
Îlon
25
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama erdhejeka li rojhilatê Endonezya de 60 kes birîndar bûn û nêzî 200 mal zirar dîtin.
Li rojhilatê Endonezya nêzî navenda bajarê Sorong şev di seat 01.00‘an de erdhejek di bin deryayê de bi pileya 6.6 pêk hat. Di encama erdhejê de 17 kes bi giranî birîndar bûn û 45 kes jî bi sivikî birîndar bûn. her wiha nêzî 200 mal ziyan dîtin.
(zt)
