ROJEVA 26 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ

09:00

*Di hilbijartina serê mijdarê de jî dercîha jinan HDP'e ye. Li hember polîtîkaya şerê AKP'ê dayî despêkirin, xeyalên Serokomar Recep Tayyip Erdogan ên serokatiyê û sarayê jinan gotin: "Divê her kes dengê xwe bidin partiya hêviya gelan HDP'ê."

* Li kantonên Cizîr sala nû ya perwerdeyê destpê kir. Perwerdehiya ku di meha Cotmehê de despêdike rastî eleqeyek mezin a xwendevanan tê. Rêveberiya Akedemiya Ziman û Perwerde ya bajarê Qemişlo Peyman Bêrî behsa xebatên pêrwerdehiya ziman kir û wiha got: "Bingeha şoreşa me şoreşekî zîhniye, şoreşa nasname, ziman û çande."

*Li Kurdistanê demsala çêkirina dan despêkir. Jin bi kedên xwe ên kolektîf amedekariya zivistanê dikin. Danê ku tê kelandin, piştî ku tê zuha kirin bi destarê tê hêrandin û dikin savar.

*Aktivist Îrem Somer a ku ser penaberan lêkolîn kirî diyar kir ku têkoliyên wan bi penaberan re tenê ser alîkarî dayînê diçe û wiha got: "Ev 4 salin penaber livêderê ne û emê hîna demdirêj bi wan re bijîn. Divê tenê têkiliyên me li gel wan ser alîkarî dayînê neçe. Ji bo ku ev têkilî fireh bibin em dixwazin gavnan bavêjin û hem her kesê dawetî têkiliyên wiha dikin."

*Sala perwerdehiya 2015-2016'an di 28'ê îlonê dest pê dike. Wek her sal îsal jî di hefteya perwerdehiyê de li Kurdistanê dibistan dê bên boykotkirin. Meclîsa Astengdara a Konseya Bajêr ya Amedê jî banga boykotê kir. Endama Meclîsê Panayir Çelik anî ziman ku divê her malek bibe dibîstanêk ew dikarin bi vi şiklî li hemberî bişaftinê bisekinin.