Ji bona aşitîyê tu jî xêlîyekê girêde!
16:23
Mizgin TABU - JINHA
STEMBOL - Fîlur Uluk Benlî bi projeya xwe a binavê ‘ji bona aşitîyê tu jî xêlîyekê girêde’, daxazîkîr kû ji bona biratî û aşitîyê tû jî xêlîyekê girêde.Ev projeye bi destê jineke Ermen hatîye amadekirin û li welat ev proje gelek badikşîne.Jinên ermen,sûryanî,tirk ,kurd,erep û gelek jî jinên ji netewên cûda, peyamên biratî û aşitîyê li ser xêlîyên xwe dinivîsin û bi rîya elektronîk li derdora xwe parevedikin.. Niha jî ji bona kû pirsgirêka kurd bête çareserkirin gelek welatî dê li paytexta tirkîyê,li enqerê kom bibin.
Ji ber ku pirsgireka kurd nayê çareserkirin,li tirkîyê hejmara kûştin ,girtin û mirinê herî diçe zêde dibe.Fîlur Uluk Benlî, a 52 salî, jineke ermen e û malbata wê ji Yozgatê koçkirîye Stembolê.Ev projeya bi destê wê hatî amadekirin, li her deverê welat gelek baldikişîne.Tê xuyakirin ku gelek jinên netewên cûda wê piştgirîyê bidin vê projeyê.
‘Bi zimanê zikmakî peyama aşîtîyê!’
Filur Uluk Benlî,ji bona çareserkirina pirsgirekan, dixaze di navbera herdu netewan de bibe mîna pirekî û dibêje îlona borîda min dest vî projê kîriye. Bîlur dibeje ku her dema diçe hejmara xêlîyen peyamên aşîtîyê li ser hatînî nîvîsandin zêde dibe û dîsa jî dibêje bi rîya ajansa we ez dixazim bangewazîyekî bikim’ ez dixazim mirovên ku hestyar, tenê pênç deqeyên xwe bidin me. Bi zimanê xwe yê zikmakî ,rengên xwe ,nav,paşnav,bajarê lê dijîn û peyama xwe ya aşîtîyê binîvîsin li ser xêlîyê û dûre jî weneya xwe bikişînin û ji mere bişînin.
‘Em li erdingarîyeke rojhilat a ku ji bona aşîtîye amade dijîn!’
Filur dibêje ji bona proja ‘ji bona aşîtîyê tû jî xelîyekî girêde’ li gel mirovên ji netewên cûde gelek niqaş hatine kirin û paşe însîyatîfek derketîye holê. Em naxazin bibin şirîkê komek sîyasî an jî komen cîvakê ên sivîl.Em dixazin wek azad û alînegirî rîya xwe bidomînin.Ji ber vê yekê em hem ji rojava hem jî bakurê tirkîyê reaksîyonên erenî digirin.Ji xwe, ji ber ku em erdingarîyek rojhilat a ji bona aşîtîyê amade dijîn, em piştgirîyê gelenperî ji alîyê rojhilatê digirin.’
‘Dive em zarokên xwe neşînin şer!’
Fîlur dîyarkir ku aşîtî bi destê gelan ve tê avakirin û got emê ji hemê bajarên welat kom bibin û biçin enqerê.Dema çûn Enqerê,emê li wir daxazîyên xwe yên xurt ji bona aşitîyê derxin holê.Ez bawerdikim aşitî dê demek nêz de were.Wek jinekî bangewazîya min ya herî bi bandor ewe ku divê em zarokên xwe neşînin şer.
Wene – Kamera: Mizgin TABU
Werger: AYSHEGUL ERTASH
(mt/hp/ae)

