Cenazê Alya Temel a li Elkê hatî qetilkirin li Edenê hat defin kirin

13:12

JINHA

EDENE – Cenazeyê Alya Temel a li Elkê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin li Edeneyê hat definkirin.

Duh hêzên dewletê li Elkê terora dewletê pêk anî. Hêzên dewletê di êrîşa topên hawanê de li gundê Sertkarê ji malekê 3 welatî hatin kuştin. Cenazeyê Ahmet Temel û kurê wî Behçet Temel û Alya Temel rakiribûn nexweşxaneya Dewletêya Şirnexê. Piştî rapora otopsiyê malbatê cenazeyê Ahmet Temel û Sehcet Temel ji nexweşxaneyê girtin û ji bo defin bikin birin Elkê. Cenazeyê Alya Temel jî şandin Edeneyê. Malbata Alya di saetên serê sibê de cenaze wergirtin û birin Goristana Kuçukoba ya Edeneyê.

(zt)