'Kesên ku dibêjin me sivîla ne kuştiye bila berê xwe bide Elkê'
16:52
JINHA
ŞIRNEX - 2 sivîlên ku duh di êrîşên ser Elkê de jiyana xwe jidest dan li ser axa xwe bi merasîmek girseyî hatin definkirin.
Di şerê li Elkê duh qewimî de yek jê ajovanê ambulansê 4 sivîl hatin qetil kirin. Cenazeyê Ayla Temel piştî kar û barê otopsiyê ya Şirnexê ji bo definkirinê birin Edenê, cenazê Ahmet Temel û Behçet Temel jî anîn Setkar ê li wê konvoya cenaze ku ji sedan wesayîtî pêk dihat ji alî hezaran kesî ve hat pêşwazî kirin. Piştî pêşwaziyê ji bo her dû cenazayan merasimek pêk hat. Parlementerên HDP'ê Faysal Sarıyıldız, Aycan İrmez, Ferhet Encû, rêxistinên HDP û DBP yê Şirnex û navçeyên wê, heyata KCD'ê û bi hezaran kes tevlî merasimê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê Şaxa MEYA-DER'a Şirnexê Mele Qasim Yigit axivî. Mela Qasim diyar kir ku her kes cejnê di nav aramiyê de pêşwazî dike lê gelê Elkê qurbanê bi canê xwe didin. Mele Qasim bertek li hember kuştinên sivîlan nişan da û wiha got: "Ma li Cizîrê we sivila qetil nekir we zarokê 1 heyvî qetil nekir ma ew ne sivilbûn ma kesên ku li vê derê hatin kuştin ne sivîlbûn?"
'Wezirê tendûristiyê derew kir'
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encû jî da zanîn ku bi saden sale pergala qirêj zarokê gelê kurd qetil dikin û wiha axivî: "Bi hemû hêza xwe êrîşê me dikin. Kesên ku dibêjin me sivîlan qetil nekiriye bila berê xwe bidin Elkê." Ferhat desnişan kir ku tu hêz bi girtinê û kuştinê nikare gelê Kurd tine bikê û wiha pêde çû: "Wezirê tendûrêstiyê got şofêrê ambulansê PKK'ê revandiye û dure kuştiye. Ev bi temamî derewe dimenê vê bûyerê di destê me de hene emê derewê wan derxinin holê."
Li ser navê malbatê Tahir Temel jî bilêv kir ku ev sîh sale zarokê wan tê qetil kirin û malê wan tên şewitandin û wiha axivî: "Emê roj bi roj tifaqa xwe xurt bikin û bersiv bidin van êrişan. Van kesan êrîşî dewletê nekiribûn kesên sivîl bûn."
(ma/zt)
