ROJEVA 27 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ
09:00
*Meryem Adiyaman a 75 sali tekoşîna kurê xwe yê ji ber tindî û îskencê beşdarî nava refên PKK'ê bûyî û di nava şer de jiyana xwe jidest dayî berdewam dike. Dayîka Meryem di her çalakî û şahiyan de bi kincên xwe yên gelerî û lepikê kesk, sor û zerê ku tucarî ji destê xwe nake tevlî dibe û bi wê li xwekirinê bûye sembolek a berxwedanê.
*Bi konsepta şerê AKP'ê dayî despêkirin re cara duyem gundên derdora Herêma Bestan neçarî koçberiyê dikin. Jinên li wan gundan dijîn diyar kirin ku ketin û derketina gundên wan ji aliyê leşkeran ve hatine girtin, ew nikarin ti pêdiviyên xwe dabîn bikin û gotin: "Emê jin li hemberî vê zilmê bisekinin."
*Piştî îlankirina Rêveberiyên Cevherî erîşên li ser gelê kurd jî zêdê dibin. Endama Komîsyona Mafên Jinan a İHD'ê Parêzer Hatîce Demîr balkişand li ser êrîşên bi destê AKP'ê û çapemeniya xizmeta wan dike kurda dike hedef.
*Jin li hemberî pergala deshilatiya mêran serî hildidin û di jiyana xwe ya kar de zayendîtiyê napejirînin. Li kolana Karanfil a Enqerê jina bi navê Sibel Daştan a karê îşportayê ku di nava civakê de weke karê mêran tê zanîn dike diyar kir ku divê jin di nava karên wiha yên li hember pergala heyî weke alternatîf tên dîtin de cîh bigirin.
