Taxên Wanê dibin dorpêça polîsan denin
10:46
JINHA
WAN – Li Wanê polîsan serê sibehê bi dehan wesayîtên bi zirxî û helîkopteran bi ser malan de girtin û li qada ku gorên PKK’î û HPG’iyan hene lêgerîn kirin. Li taxan dorpêça polîsan didome.
Li Wanê polîsan serî sibehê taxên Xaçort, Surmelî, Karşiyaka yên Îpekyolu û taxa Şehît Firat a navçeya Artemêtanê bi wesayîtên zirxî û helîkopteran ve dorpêç kirin û li gelek cihan lêgerîn kir. Polîsan bi wesayîtên bêplaqa ve jî li taxan geriyan û heqeret li gel kirin. Polîsên ku tax dorpêç kirin li şehîdgeha PKK’î û HPG’iyan a li taxa Yenîmahalleyê Lêgerîn kirin. Polîsan li goristanê bi kuçikan ve lêgerîn kirin û sedama lêgerînan nehat zanîn.
Li taxan hê jî dorpêça polîsan didome.
(zt)
