Cenazê 4 gerilayên HPG'ê anîn Şirnexê

11:26

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyên 4 gerîllayên HPG'ê yên ku di êrîşa li hemberî Qereqola Çeman a navçeya Elkê jiyana xwe ji dest dan ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneyê dewletê ya Şirnexê.

Hate ragihandin ku cenazeyên 4 gerîllayên HPG'ê ku di 24'ê Îlonê de di êrîşa Qereqola Gundê Çeman a navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dane, birinê Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hate zanîn ku cenaze piştî ku 3 rojan li Qereqola Leşkerî ya Ayvalikê hatine rawestandin îro di saetên sibê de ji bo otopsiyê birine morga nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku bi hatina dozger re otopsiya cenazeyan destpê kiriye û cenaze di wê rewşê de ne ku nehatine teşhîs kirin.

Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, rêvebirên HDP û DBP'ê, ji bo cenayezan bigirin li ber derê nexweşxaneyê li gel malbatan disekinin.

(zt)