ROJEVA 28 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ

09:00

*Jinên li Taxa Emin Paşa sêvan diçinin hem bi sêvên baxçên xwe debara xwe dikin û hem jî çanda taxê ya kevnare didin jiyîn. Jinên sêvan diçinin para malên baxçê wan tine ne jî didinê.

*Navenda Jin ya Jinwar a ku girêdayî Şaredariyê Çinarê xebat dimeşîne li navçeyê ji bo jinên ku temenê wan di navbera 35-45 bi riya KURDÎ-DER'ê wan hînê xwendin û nivîsandinê kir. Jinên ku di qursan de perwerde dîtin li gel kêfxweşiyên xwe dexwaza asta duyemîn kirin.

*Hişmendê çapemeniyê yê KCD’ê daxuya kirin ku berxwedana dîroka Kobanê bi xebatek hevpar hatiye berhevkirin. Hişmend Kerem Çelîk got: "Amanca me ji bo ku ev berxwedan neyêt jibîrkirin û ji nifşekê gihandina nifşek dine."