Ketin û derketina Licê tê asteng kirin

11:32

JINHA

AMED - Ji duh ve li navçeya Liceye ya Amedê înternet û telefon hatin astengkirin. Di seatên serê sibê de ji aliyê leşkeran ve ketin û derketina Licê tê asteng kirin.

Li navçeya Liceye ya Amedê înternet û telefon hatin astengkirin û ragihandina ji ser Liceyê qut bû. Di saetên serê sibê de jî ketin û derketina Liceyê ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin. Leşkeran rêya ku ji Hênê û Karazê diçe Liceyê li trafîkê girtin û destûr nade kes derbasî Liceyê bibe.

(ha/zt)