Li Bismilê welatiyek din jî ji aliyê polîsan ve hat birîndar kirin

12:13

JINHA

AMED - Polîsan li Bismilê Egîd Yildiz ê li ber mala xwe seknandî bû birîndar kirin.

Li navçeya Bismilê a Amedê Qeymeqamê Bismil duh derketina kolanan li welatiyan qedexe kiribû. Polîs û leşkeran welatiyan gule baran kiribûn bombe ketibû malek û kesek jiyanaxe ji dest dabû û ji heman malbatê 5 kes birîndar bibûn. Îro jî Polîsan, ciwanê bi navê Egîd Yildiz ê 22 salî ku li ber mala xwe seknandî bû birîndar kirin. Hat diyar kirin ku Egîd ji aliyê welatiyan ve rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Hat diyar kirin ku rewşa Egîd ê ji ling û ji zigê xwe birîndar buyî girane.

(ha/zt)