Nasnameya kesê li Colemêrgê hat înfazkirin diyar bû
13:01
Îlon
28
/ 2015
JINHA
COLEMÊRG - Nasnameya kesê li Colemêrgê ji aliyê tîmên taybet ve hat înfazkirin diyar bû. Derket holê ku tîmên taybet kesê ku înfaz kiriye endamê HPG'ê Bedri Karaca ye.
Tîmên taybet li taxa Yenî ya Colemêrgê şevê din ciwanek înfaz kir. Cenazeyê ciwan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Nasnameya ciwan diyar bû. Nasnama cenaze diyar bu ku ew endamê HPG'ê Bedri Karaca ye. Malbata Karaca jî piştî nasname diyar bû ji Gundê Demîrliyê çûn Colemêrgê.
(ha/zt)
