Ji Egitim-Sen ê banga boykota dibistanan

15:58

JINHA

AMED - Di derbarê boykota dibistanan û bandora konsepta şerê AKP'ê li herêmê dayî meşandin ser dibistanan daxuyaniyek nivîskî dan û wiha gotin; "Em jî dibên 'Em zarokên xwe naşînin dibistanan.' Em bang li hemû dê û bav û xwendekarên xwe dikin ku ew jî piştgiriyê bidin vê boyqotê"

Şaxa Egitim-Sen a Amedê di derbarê sala nû ya perwerdê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji ber rewşa heyî konsepta şerê AKP'ê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê dayî despêkirin vebûna dibistanan jî hat dereng xistin û wiha hat gotin: "Serdema perwerdehiyê a 2015-2016'yan, di bin siya pevçûn û mirinan de, di 28'ê îlonê de despêkir. Piştî hilbijartina 7'ê Pûşperê ku pê re AKP'ê desthilatdariya xwe winda kir û pê re jî pevçûn dan destpêkirin, weke hemû beşên civakê li qada perwerdehiyê jî bandoreke neyinî dike. Ev demeke li hin şar û navçeyan, di kiryarî de OHAL hatiye destpêkirin, ji sedan zêdetir cih weke 'heremên ewlekariyê ên taybet' hatine îlankirin, herî dawî jî li Cizîrê gelek mirovên sivîl hatine qetilkirin û pê re qedexeya derketina kolanan, em şipar birine salên di bin darbeyan de. Di bin van mercan de ne gengaz e ku mamoste, xwendekar û kedkarên perwerdehiyê ên din bi rehetî karê xwe bikin."

'Dibistanan dikin cihê lekşerî'

Di daxuyaniyê de balhat kişandina ser dibistanên kirine cihên leşkerî û wiha hat domandin: "Gelek dibistan wergerandine deverên leşkerî. Distana Deriyê Mêrdîn ji bo vê mînakek e. Li deverên ku derketina kolanan qedexe be, şert û mercên jiyana rojane jî ji holê radibi. Ji xwe li van deveran mirov qet nikare qala perwerdeyê bike jî. Li deverke ku ne ewlekariya mamosteyan, ne ewlekariya xwendekaran û ne jî ewlekariya kedkarên din ên perwerdehiyê tune be, û li hin herêmên welêt, di kiryarî de rêveberiya awarte hatibe îlankirin, li wê deverê tu şert û mercên ku perwerde bê dayin namîne."

'Dibin siya şer û pefçunan de xwendin'

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Ji alî navenda giştî a komeleya me de, lêkolînek li gelek şar û navçeyan , bi beşdariya 1087 kesî di derbarê bandora pevçûnan li ser perwerdehiyê de hate kirin. Li ser pirsa; Hûn difikirin ku; bi dafdana Tirkiyeyê a nava şer û pevçûnan de, dê perwerdeyeke bitendurist bê dayin? Bersiva vê pirsê ji sedî 89, na bû. Bi vê bersivê jî derkete holê ku perwerdeyeke bitendurist di van şert û mercan de nayê dayin. AKP'ê li gel ku rêbaza perwerdeyê li gor berjewendiyên xwe ên ramyarî-bîrdozî wergerandiye, pê re jî her dem ol û oldarî li gor xwe bi kar aniye. Bi vê re jî zarokên me û civak li gor feraseta 'yek ol, yek ziman, yek mezheb' xwestiye bigihîne û her kesî bike 'yek reng.' Ev kesên ku desthilatdariya xwe li ser cudakirin û ji hevdûrxistina kes û koman ava kirine, ev ji hevdûrxistin , hete bi nava xwendekar, dê û bav û hete bi mamosteyan jî pêş xistine. Vê rewşê jî rê li ber vekiriye ku li dibistanan jî ev jihevdûrxistin pêk bên."

'Perwerda bi zimanê dayîkê pêdiviyek serekeye'

Di daxuyaniyê de wiha qala tindiyên ser zimanê dayîkê hat kirin; "Astengiyên li ber perwerdeya gelemperî, zanistî, demoqratîk, laîk û bi zimanê zikmakî her didomin û xwestekên perwerdeyeke bi zimanê zikmakî qet nayin dîtin. Bi salan e ku li Tirkiyeyê xwestekên ku ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî tên rojevê, her dem rûqalî zimanê fermî tê kirin û qedexeyên di vî warî de didomin. Êş û azara van tevgeran jî ew xwendekarên ku; bêyî ku yek peyvikek tirkî bizanibin dest bi dibistanê dikin û mamosteyên van xwendekaran dikişînin. Ji bo zarokek nû dest bi dibistanê dike, perwerdeya bi zimanê zikmakî hewcedariyeke weke nan û avê ye. Çalakiyên demokratîk û xwestekên di vî warî de jî hete bi dawî rast û rewa ne. Divê ku hukûmet çavên xwe li ber van xwestekan negire; demek berî demekê, divê di vî warî de gavên şênber bêne avêtin."

'Divê em zarokên xwe neşînin dibistanan'

Daxuyaniyê wiha dom kir: "Hin dibistanên me ku di pêşengtiya hin saziyên me de hatine vekirin ; ji dêvla ku piştgirî bê dayin , polîs êrîş dikin ev tevger jî qet nayê pejirandin. Em van êrîşan şermezar dikin. Divê ku ji bo vekirina van dibistan piştgirî bê dayin. Dê ev bi yekîtiya zimanan dê rê li ber aştiya civakî rê veke. Em weke Egitim Senê vê feraseta yekparêzî ku dixwaze jiyana me, xwendekarên me û dibistanên me ji bo berjewediyên xwe bi kar bîne , napejirînin. Li hember vê em piştgiriyê didin biryara KCD'ê ku ji bo; rakirina astengiyên zagonî û makezagonî ên li ber perwerdeya bi zimanê zikmakî hatine danîn û ji bo van xwestekan boyqotkirina dibistanan a hefteyekê."

Egitim-Senê banga boyîkotê kir û wiha got: "Em jî dibên 'Em zarokên xwe naşînin dibistanan.' Em bang li hemû dê û bav û xwendekarên xwe dikin ku ew jî piştgiriyê bidin vê boyqotê. Weke Egitim Sen van mafên xwezayî ji mêj de em diparêzin. Dê bi biryareke xurt tekoşîna me a ji bo perwerdeyeke gelemperî, zanistî, demoqratîk, laîk û bi zimanê zikmakî bidome."

(zt)