Zarokên li Kobanê birîndar bibûm sewqî Amedê kirin
16:01
JINHA
AMED - Li Kobanê di encama teqîna mayina ku çeteyan danîbûn de zarokên birîndar bûn sewqî Amedê kirin.
Hat ragihandin ku mayina ku çeteyên DAIŞ'ê danîbû bi zarokên di dilîstin ve teqiya. Di encama teqînê de zarokên bi navê Şevîn Ferhat (10), Lava Ferzad (10), Ferzad Mihemed (10), Hamudê Ferzad (7), Înas Mihemed (6), Ronas Mihemed (8), Malva Ferzad (7) û Bêrîvan Teyyar (7) birîndar bûn. Zarokên birîndar ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê kirin. Piştî mudaxaleya ewilî 5 zarok sewqî nexweşxaneyên Rihayê hatin kirin.
Ji 5 zarokên ku biribûn Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê, ji ber rewşa Bêrîvan Teyyar û Malva Ferzad giran bû sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê kirin.
Zarokên birîndar Hamudê Ferzad û Înas Mihemed jî sewqî Nexweşxaneya Meydanê ya Taybet a Înasê kirin. Her wiha Ronas Mihemed, Lava Ferzad û Şevîn Ferhat piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin dermankirin û reşwa wan baş bû şandin malê. Hat ragihandin ku rewşa zarokên li nexwexaneyên Rihayê tên dermankirin ber bi başbûnê ve diçe.
(ha/zt)
