Ji Colemêrgê banga tevlîbûna boykotê
16:51
JINHA
COLEMERG - KURDÎ-DER'a Colemêrgê bi daxuyaniyek nivîskî banga tevlîbûna boykotê kir û got; "Em bang li gelé Colemérgé dikin ku zarokén xwe neşinin dibistanan. Werin em bi hevre daxwaziyén xwe bînin ziman û li zimané xwe xwedi derkevin."
Şaxa KURDÎ-DER'a Colemêrgê di derbarê boykota dibisanan de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat got: "Di pergala perwerdehiya dibistanén tirkan de 'férén hilbijartiné' berdewam dikin, zimané kurdi ji kiriye nav férên hilbijartiné de. Em vé qebul nakin, ger li hemberi zimané kurdi wisa bihés bin bila desturê bidin ku em bi xwe zarokén xwe perwerde bikin. Heya ku perwerdehiya zimané kurdi neyé naskirin emé boykota dibistanan berdewam bikin. Em bang li gelé Colemérgé dikin ku zarokén xwe neşinin dibistanan. Werin em bi hevre daxwaziyén xwe bînin ziman û li zimané xwe xwedi derkevin."
(zyd/zt)
