Hevseroka navçeya HDP'ê Derya Gonul hat binçavkirin
21:42
Îlon
28
/ 2015
JINHA
WAN - Hevşaredara HDP'ê ya navçeya Çaldiranê Derya Gonul ve welatiyê bi navê Resul Aladag hatin binçavkirin.
Polîsan li ser rêya Wan û Çaldiranê rê girtin. Wesayîta ku di navê de Hevseroka HDP'ê ya navçeya Çaldiranê Derya Gonul jî heyî dan rawestandin. Derya û ajokarê wê Resul Aladag girtin binçavan. Piştî lêgera tendiristiyê li Nexweşxana Dewletê ya Çaldiranê kirin her 2 jî girtin binçavan û birin Muduriyeta Emniyeta Çaldiranê. Hîna sedemên binçavkirinê nehat zanîn.
(zt)
