Li Silopiya leşkeran jinek qetilkir!
21:43
JINHA
ŞIRNEX - Li Taxa Yeşiltepe ya navçeya Silopiyaya Şirnexê jina bi navê Latife Tutuk a 23 salî ji aliyê leşlkeran ve hat qetilkirin.
Li Taxa Yeşiltepe ya navçeya Silopiyaya Şirnexê jina bi navê Latife Tutuk a 23 salî dema ku ji mala xwe derket û çu mala cîranan ji aliyê leşkeran ve hat gulebarankirin. Latife ya ku di encama gulebarana leşkeran de giran birîndarbûyî ji aliyê welatiyên derdorê ve hat rakirina Nexweşxana Dewletê ya Silopiyayê. Li gel hemû mudaxeleyan Latife rizgar nebû.
Latife Tutuk a ku rakirin morga nexweşxanê ji bo otopsiyê cenaze şandin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê.
(zt)
