Êrîşî taxên Bismilê kirin
22:07
JINHA
AMED - Li Bismilê Egîd Yildizê li Taxa Avaşin duh êvarî li ber mala xwe hatî gulebarankirin hat definkirin. Piştî karên definkirinê tax gulebaran kirin.
Piştî karên otopsiyê cenazê Egîd Yildizê 22 salî ku şeva dinê li ber derê mala xwe ya li Taxa Avaşina Bismila Amedê ji aliyê polîsanve hatî gulebarankirin û jiyana xwe jidest dayî ji Amedê hat girtin û birin Bismilê. Cenazê Egid yê ku bi konvoyê birin navçeyê ji aliyê bi hezaran welatiyan ve hat pêşewazîkirin. Girseya ku kombûyî ber bi Goristana Taxa Kooperatîfê ve ketin rê. Di tevahiya meşê de duruşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne”, “Bismil neraze li şehîdê xwe xwedî derkeve”, “Heval Egîd bêmirine” û “Katil AKP” hatin bilindkirin. Piştî karên definkirinê girseyê li ser giyana kesên di tekoşîna demokrasiyê de jiyana xwe jidest dane deqeyek rêz girtin.
Di merasîmê de Serokê Şaxa MEYADER'a Amedê Hasan Pençe axivî û diyar kir ku Egîd navê xwe ji qehremanan girtiye û wiha domand: "Li Kurdistanê şerê bi destê AKP'ê hatî despêkirin şerê sarayê ye. Teqez ev ne şerê kurd û tirkane. Emê ticarî divî şerê qirêj de li hember hikumeta AKP'ê serî netewînin."
'Êrîşî taxan kirin'
Li taxên Avaşin, Rojava, Tekel û Firat yên navçeya Bismila Amedê dorpêça polîsan berdewam dike û polîs bi çekên giran êrîşî taxan dikin. Piştî definkirina cenazê Egîd Yildizê şeva dinê ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin welatiyên taxên Avaşin û Rojava dema ku hewildan biçin malên xwe ji ber tax ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin nikarin biçin malên xwe. Ji nava taxan dengê çekên giran û teqînan tên.
Li navçeya êrîşên polîsan berdewam dike de helikopter digerin.
(zt)
