Li Bismilê welatiyek dinê jî qetilkirin
23:07
Îlon
28
/ 2015
JINHA
AMED - Duh bi şev piştî qedexeya derketina kolanan polîsan Elif Şimşek a 8 salî û Egîd Yildizê 22 salî qetilkirin. Îşev jî di saetên şevê de cardin polîsan êrîşî taxan kirin û ciwanek dinê qetilkirin.
Taxên Esentepe, Şentepe, Rojava, Tekel û Firatê yên navçeya Bismila Amedê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û gulebarankirin. Di encama gulebaranê de ciwanê bi navê Halil Kurtiş ê 19 salî hat qetilkirin. Cenazê Halil Kurtiş rakirin Nexweşxana Dewletê. Dema ku êrîşên polîsan ser taxan berdewam dike elektirîka navçeyê jî hat birîn.
(zt)
