Leşker taxên Geverê bombebaran dikin topek bi malekê ket

23:24

JINHA

COLEMÊRG – Taxên Geverê ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatin dorpêçkirin û Fermandariya Tugayê ya Jendermeya navçê jî havanan diavêje taxan. Li hember êrîşan welatî daketin kuçeyan û nahêlin polîs bikevin taxan.

Li taxên Cumhuriyet, Kişla, Orman û Mezarlikê yên Gevera Colemêrgê ku welatî di çarçoveya parastina cewherî de nobetê digirin rastî êrîşa polîs û tîmên taybet hat. Polîs û tîmên taybet bi guleyan êrîşê taxan dikin û tax dorpêçkirine. Her wiha Fermandariya Tugayê ya Jendermeya navçê jî havanan divajin taxan. Havanên ku ji aliyê leşkeran ve tên avêtin li kêleka hin malan ketin. Êrîşa leşkeran dem bi dem berdewam dike û polîsên di ser riya Şemzînanê de disekinin jî li hember taxan guleyên rastîn direşînin. Welatiyên taxan li hember êrîşan daketin kuçe û kolanan û nahêlin polîs bikevin taxan. Bi berxwedana welatiyan li gelek cihan şer û pevçûn berdewam dike.

Ji hemû navçeyê dengê çekan bilind dibe.

(zt)