ROJEVA 29 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ

09:09

*Welatiyên Elkê piştî şer dest bi gera li cenazeyê gerilayan kirin. Welatiyên ku li herêma bombabaran kirin li cenazan digerin tevî ewlehiya jiyana wan tine ye jî gera xwe berdewam dikin. Di nava wan de gelek jinên temen mezin jî hene û dibêjin; "Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li pey cenazê xwe bin."

*Gelê herêmê piştî ku 3'ê mehan li Gola Sûphanê ya Geliyê Zîlan a Erdîşê man, dest bi vegera xwe ya gund kirin. Zomvanên ku sê mehin amedekariya xwe li çiyayên bilind ên Zîlanê dikin, bi berhemên ku bi kedê xwe berhev kirine û di rêyên çiyayê Zîlan ên asê re hêdî hêdî berê xwe didin malên xwe.

*Jinan diyar kirin ku polîtîkaya şer a li Kurdistanê dimeşînin ji ber berjewendiyên xwe yên sindoqanin, ewê di 1'ê Mijdarê de bersiva pêwîst bidin heskiriyên kursiyan û gotin: "Bi van qirkirinan re îktidar û Tirkiyeya nû baş tê dîtin. Dê di 1'ê Mijarê de gel bersiva 'tu nikavê vî welatî birêve bibê' bidin AKP'ê. "

*Filor Uluk a ku di nava projeya 'Ji bo Aştiyê Tu jî Tulbendekê Girêde' de cîh digire û ji bo şêwirmendiya bi gelê Cizîrê re hatî Cizîrê diyar kir ku divê di serî de li ser pirsa çima kurd derdikevin çiyan fikirîn bê kirin û got: "Gerlia bi daxwaza xwe li wê ne divê ev baş bê têgihiştin. Dê dayîkên leşker, polîs û gerilayan vî şerî bidawî bikin. Dê jin vî şerî rawestînin."

* Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yûksel, derbarê rêveberiya xweser ên li Cizîrê hatine avakirin de wiha got: "Li dijî polîtîkaya înkar û îmha ên dewletê, me ji nexşeya rê a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye mînak girt û me rêveberiya xwe ya demokratîk îlan kir. Ne kesek ji Enqere bê rêvebibe, ev gel dê bi xwe rêvebibe."

* Canan Hacimuratoglu diyar kir ku daxwaza KCD'ê ya zimanê zikmakî bibe zimanê perwerdê tenê ne ji bo gelê Kurd ji bo hemû gela girînge û got; "Pirsgirêka ku wî welatî dişewtîne wê bi perwerda zimanê zikmakî û gelê bihevre pirsgirêk bi dawî bibin."