ROJEVA 30 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ
09:00
*Dayika Aştiyé Neriman Kanat a ku keça wê gerilaye û kurê wê jî leşkere wiha got: "Niha 2 zarokén min li hemberi hevin. Keçek min gerillaye kurek min ji leşkere. Çima zarokén me dide hemberi hev? Ev çi wijdane? Bila nefikirin dê bi qirkirinan me biqedînin, yan jî bi tindiyê çavê me bitirsîne. Bila baş bizanin heya dilopa xwîna xweya dawiyê emê li peyî doza zarokên xwebin û li hember bêmafiya wan li ber xwe bidin.
*Jinên BÎKG'ê yên ku hewildidin li hember konsepta şerê AKP'ê li qadan aştiyê bihonin gotin: "Emê li hember qirkirinên dewletê dengê zaştiyê bilind bikin."
*Aktîvîst Newroz Ceren destnîşan kir ku rêxistinên Başûrê Kurdistanê girîngiyê nade pirsgirêkê jinan û wiha got, "Tevgerên jin di nava saziyên civakî yên wek siyaset, dîplomasî, wêje, hiqûq û hwd. bê bandore. Tevgera jin ji bona ku bi hêz bibe pêdiviya wê bi bîrdozî, rêxistinbûn û çalakiyê heye. Ji ber ku rêxistinbûn pêk ne hatiye, bandora jin jî kêm maye."
*Jinên ku di xizmeta sektorê de dixebitin cûdakariya zayendî û zehmetiyê wê bi van hevokan vedibêjin, "Em her roj bi nêzîkatî, gotin û bi awirê çavan rastî tecevûzê tên." Jinên kedkar diyar kirin ku, bi zêdebûna jinan a li navenda jiyanê dê zehmetî kêmtir bibe û wiha gotin: "Em li kolanan çiqas zêde bibin, dê ewqas tundiya civakê li ser jin kêm bibe. Ji ber vê yekê divê jin ji bo jiyanê xwe bikeve nava tevgerê."
*Endamên Navenda Çanda Mezopotamya yê a Wanê bertek nîşanî biryarê şer ya AKP'ê da û wiha bang kir: "Divê bîrdoziya azadiya jin bê esas girtin û derkevin qadan û wek jin pêşî li vî şerî bigrin."
*Edîtora Rojnama Ozgur Gundemê Gunay Aksoy êrîşên ser avahiya çapemeniya azad nirxand û got: "Em şopdarên Apê Musa nin. Çî dibe bila bibe emê dest ji şopa heqîqetê bernedin."
