Belavkar Eylem Mîlas serbest hat berdan
12:16
Îlon
30
/ 2015
JINHA
COLEMÊRG - Belavkara Rojnameya Demokratîk Ulusê Eylem Mîlas a ku du li Geverê hatî binçavkirin serbest hat berdan.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê duh dema ku belavakara Rojnameya Demokratîk Ulusê Eylem Mîlas li Kolanan Dermanfiroşan rojname belav dikirin ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û rojnameyên wê hastibûn destserkirin. Eylem bi hinceta nasnameya wê ya belavkariyê li cem nebû hatibûn binçavkirin. Eylem piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Geverê di seatên êvarê de serbest hat berdan.
(zt)
