ROJEVA 01 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ

09:15

*Li Colemêrgê boykot dibistanan berdewam dike. Zarokên dibistan boykotkirine li kolanan dilîzin gotin: "Em dixwazin bi zimanê xwe perwerdê bibinin ji ber wê ji em naçin dibistanên tirki."

*Gelek jin ji ber rewşên ne xwezayî rastî pirsgirêkên tenduristî tên, derbarê xalên ku jinên ducanî hişyar dîqet bikin de Bijîşk Emel Ehmed agahî da û got, "Divê jinên ducanî bi displîn tevbigerin, haj ji tevgerê xwe hebin û her wiha li hember xwarin û razanê bi baldar bin."

*Parêzera Şaxa MHD a Wanê Nazli Polat destnîşan kir ku, polîtîkayê şer ya AKP'ê li dijî huquqê ye û got divê derbarê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, welî û mûdîriyetê emniyetê de lêpirsîn bê despêkirin.

*Bazara Odemîş a Kedê Destê Jinan serdemeke hebûna xwe didomîne û jin li dijî berhemên karxane bi berhemên xwe ên çîn li berxwe didin.

*Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ji bo ku HDP'ê dibin bendê de bihêlin AKP'ê bi her awayî hîle kir. Meral da zanîn ku dê li hember hemû lîstokan berxwedan mezin bibe û gel biserkevin. Meral bang li jinan kir û got: "Divê hêz û berxwedana jinê bê mezinkirin û em di nava HDP'ê de dengê xwe bilind bikin."

*Perwerdêra Fakulteya Gihandinê ya Zanîngeha Enqerê Prof. Dr. Ulku Doganay û Prof. Dr. Gulseren Adakli diyar kirin ku deshilatî dixwaze dengên muxalîf biqedînin, ji bo ev deng neyên qedandin divê çî ji destê kê tê bikin.