Li 4 gundên Nisêbînê ‘qedexeya derketina derve’

10:01

JINHA

MÊRDÎN – Bi fermana Waliyê Mêrdînê li 4 gundên Nisêbînê yên nêzî Çiyayê Bagokê “qedexebûna derketina derve” hate îlankirin.

Li 4 gundên navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji aliyê Waliyê Mêrdînê ve fermana qedexeya derketina derve hate îlankirin. Ji saet 05.00’an ve li gundên Girêmîra, Marînê, Tilminarê û Mendikanê yên ku di kevin têketina Çiyayê Bagokê de “qedexebûna derketina derve” hate îlankirin.

Li aliyê din li gundê Marînê yê ku qedexeya derketina kolanan lê hatiye îlankirin gelek leker derketin operasyonê û derdora gund û rêya ku diçe Çiyayê Bagokê girtine bin dorpêçê.

(bg/zt)