Li Qelqeliyê 2 welatî bi guleya leşkeran birîndar bûn

15:23

JINHA

WAN - Dorpêça leşkeran a li taxa Tepedam a navçeya Qelqelî ya Wanê ji serê sibê ve berdewam dike. Leşkeran destûr neda welatiyên dixwazin biçin tax û gel gulebaran kir û di encama gulebaranê de 2 kes bi serê xwe bi giranî birîndar bûn.

Serê sibê leşkeran li taxa Tepedam a navçeya Qelgeliyê ya Wanê malek dorpêç kir û û welatiyê dixwastin bên tax bi guleyên rast gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de du welatî ji serê xwe bi giranî birîndar bûn. Êrîşa leşkera a li hemberî tax berdewam dike. Serê sibê jî di dorpêça leşkeran de zaroka bi navê Saîme Elmas a 14 salî ji piyê xwe birîndar bû.

(zt)