Welatiyên Colemêrgê ji bo alîkariya mertalên zindî diçin Geliyê Doskî
15:24
JINHA
COLEMÊRG - Welatiyên dixwastin biçin Geliyê Doskî yê ku mertalên zindî lê dimînin û tê bombebarankirin rastî astengiya leşkeran hatin lê ligel vê yekê welatiyan astengiyên leşkeran derbas kirin û ber bi heremê ve diçin.
Sedan welatî ji bo piştgiriyê bidin mertalên zindî yên li herêma Weregoz a navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyê li dar dixin û agahiyan ji wan bigirin ber bi herêmên Weregoz, Geliyê Doskî û Satê ve bi rê ketin. Pêşiya welatiyan li ser Pira Ziryan ji aliyê leşkeran ve hat birîn. Li ser vê yekê welatiyan riyên alternatîf bikaranîn û ber bi herêmê ve çûn. Welatiyên hatin gundê Sinava vê carê jî leşkerên Qereqola Sînava bi tangan pêşiya welatiyan girt. Rayedarên leşkeran got ketin û derketina herêmê qedexeye û ev yekê "fermanekî jor e"
Li ser astengkirinê welatiyan li ber Qereqola Sînava dest bi çalakiya rûniştinê kirin û gotin heya destûrê didin dê çalakiya xwe bidomînin. Piştî hevdîtinên bi rayedarên qereqolê re hatin kirin tu encam nehatin bidestxistin welatiyan li ber qereqolê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê girseyê Parlameneterê HDP'ê Abdullah Zeydan axivî û diyar kir ku daxwaza wan a herêmê ew e ku operasyonan bidin rawestandin û ji mertalên zindî agahî girtin e. Abdullah anî ziman ku mertalên zindî ji bo pêşiya pevçûnan bigirin 46 rojin çalakiyê li dar dixin û wiha got: "Rayedarên leşkeran çiqas bibin asteng jî hewcebe em dê bi meşê biçin herêma pevçûnan."
Piştî daxuyaniyê welatî bi wesayîtan bi riyên alternatîf cara sêyemîn derketin rê. Hat ragihandin ku welatî dê bi wesayîtan biçin gundê Berderş û ji wir jî dê bi meş ê biçin herêma pevçûnan.
Hate zanîn ku ji Qereqola Sinava bi hewanan Geliyê Doskî tê bombebaran kirin û li herêmê pevçûn hêj didome.
(zt)
