ROJEVA 02 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ
09:14
*Şibo şahidîkirina bûyerên li Cizîrê qewimîne Prof. Dr. Buket Turkmen diyar kir ku wan ji vîna jinên kurd nîşandayî hêz girtine û wiha gotin: "Di jiyana xwe de cara yekeme ez hêzek wiha mezin dibînim. Ez bawer dikim ku hêza wê dayîka zaroka xwe windakirî derbasî min bûye. Niha dema wê hêzê derbazî bajarên Tirkiyê kirinê ye."
*Jin tenê dikarin di firina ku li bajarê Helepçe ya Herêma Federala Kurdistanê vebûye de bixebite. Jinên kedkar bang li rêxistina jinan kirin ku derfetê xebatê zêde bikin, da ku aboriya xwe a xweser avabikin.
*Révebera KURDÎ-DER'a Colemêrgê Neslihan Kaynak bertek nîşanî serdegirtina navenda KURDÎ-DER'a Amedê da û got: "Em érişa ser Şaxa Kurdî-Der'a Amedê hatiye kirin bi tundi şermizar dikin. Ew ériş ne li saziyé ki hatiye kirin di heman demê de li ser ziman û hebuna gelê kurd hatiye kirin."
*Di darba 12'ê Îlonê de bi sedema tevgera civakî û çanda popûler derketiye holê pêşangeha hat vekirin li SALT Beyoğlu û SALT Galata yê berdewam dike.
*Xwendekarên Beşa Rojnamegeriyê yên Zanîngeha Ege yê bertek nîşanî êrîşên ser çapemeniya azad tên kirin dan û gotin: "Ger neçariyek a alî nîşandanê hebe, dê aliyê me çapemeniya azad be. Emê çapemeniya azad bixwînin, bidin xwendin û nûçeyên wê çêkin."
* Êzidiyên ku ji ber hovîtî û qirkirina çeteyan berê xwe dane çiya, li beramberî hemû şertên zehmet di çiya de têkoşîna jiyanê didin. Gozê a ku ji ber êrîşa çeteyan reviye û di rêde zayîn kiriye, vegotina wê a jiyanê êşê hemû gelê Êzidî radixe ber çavan.
