Li 3 taxên Farqînê dibin qedexeya derketina kolanan de êrîşan despêkir
09:47
JINHA
AMED - Li navçeya Farqînê ya Amedê piştî Walîtiya Amedê seat di 07.00'an de biryara qedexeya derketina kolanan da polîs û leşkeran 3 taxên navçeyê dorpçêkirin û dest bi êrîşan kirin.
Li navçeya Farqînê ya Amedê seatî di 07.00'an de ji aliyê Walîtiya Amedê ve biryara qedexeya derketina kolanan da. Biryar ji aliyê wesayîtên zirxî ve bi anonsan hat ragihandin. Têkildarî biryara qedexeya kolanan de tu daxuyanî di sîteya walîtiyê de tunene. Polîsan anonsên "Qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin. Ji bo ewlehiya xwe herin malên xwe. Heke em dê we binçav bikin" kirin. Polîsan piştî vê yekê bombeyên gazê avêtin hin kolanên vala û 3 wesayîtên zirxî li kolanê deme dirêj sîren lêdan. Piştî biryara qedexeya kolanan tîmên taybet û leşkeran bi çekên giran taxên Tekel, Mescît û Konakê dorpêçkirin û pişt re dest bi êrîşê kirin. Li bajar dengê çekan bilind dibe. Ligel êrîşan li taxên berxwedan lê didome helîkoptera polîsan digere.
Piştî biryara qedexekirina kolanan polîsan li navenda bajar êrîş li trafoyên ceyranê yên mezin kirin û tê gotin ku trafo teqandin û ji ber vê yekê li hin nokteyên bajarê ceryan qut kirin.
(zt)
