Li Farqînê îdiaya kesekê jiyana xwe ji dest da
12:06
JINHA
AMED - Piştî li Farqînê qedexekirina kolanan hat îlankirin êrîşên dewletê dest pê kir û hat hînbûn ku di encama êrîşan de 2 jê bigiranî 4 kes birîndar bûn û li gorî agahiyên nîştecihên tax kesekê jiyana xwe ji dest daye.
Li navçeya Farqînê ya Amedê serê sibê dorpêça polîsan pêk hatû êrîşan dest pê kir û berdewam dikin. Li hemberî welatiyên bertek nîşanî qedexekirina kolanan dayîn êrîşên hovane dest pê kirin û bi top û tanqan êrîşê dikin û hate zanîn ku gelek karker û cihan zirar dîtiye. Li taxên berxwedan lê pêk tê welatî derketin kolanan û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin û li hemberî êrîşan ber xwe didin.
Rojnamegerên çûn taxên berxwedan lê pêk tê di ketina taxan de ji aliyê leşker û polîsan ve hatin astengkirin. Leşkeran riyên diçin Farqînê girtin û siruda "Mehter" ji wesayîtên zirxî bilind dibe. Parlementera HDP'ê Nursel Aydogan, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek û rêveberên HDP'ê jî ber bi Farqînê ve bi rê ketin.
(ha/zt)
