ROJEVA 03 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ
10:16
* Şahîdên buyera Berat Gûzel ê 12'e salî diyar kirin ku Berat li parkê dema ku dileyst ji aliyê polîsan ve hat qetil kirin û piştre jî madeyek a teqemenî wek fîşekên esman danîn ber serê wî, di heman demê de gotin polîs ji ber ne hêştine welatî mudaxeleyê Berat bikin ew jiyana xwe ji dest daye. Dayîk, bav û xaltîka Berat jî wiha bertekê xwe nîşan dan "Hûnê bi kuştinan nekaribin Kurdan tune bikin."
*Jinên ku bertek nîşanî êrîşên mezel û şehîdgehan dan, diyar kirin ku ew bi salane li hestiyê zarokê xwe geriyane ji ber wê nobeta mezelê zarokên xwe digrin. Jinan bal kişand ku di dîrokê de tu dîktatorên îqtîdarê wek DAIŞ û AKP'ê bi hovîtî êrîşê mezel û şehîdgeh nekirine û gotin ew ê heya dilopê xwîna xwe yê dawî mezelên xwe biparêzin.
*Li Girtîgeha Şakranê piştî ku zaroka ducanî a 18'e salî îşkenceya ku rastî hatine ji çapemeniyê re raghandin, yek ji wan zarokan hat surgun kirin.
