Dê Şirnex ber bi qada operasonê ve biherike
12:18
Cotmeh
3
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Li ser agahiya ku leşkeran li çiyayê Cûdî operasyon dane destpêkirin di nava wan de parlamenterên HDP'ê jî heye gelek welatî dê ber bi herêma operasyonê ve bi rê bikevin.
Li Şirnexê di nava wan de parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Enîse Guneylî, Edîp Berk û Mehmeh Alî Aslan jî hene gelek welatî li ser agahiya leşker li çiyayê Cûdî operasyon dane destpêkirin dê ber bi cihê operasyonê ve bi rê bikevin. Welatî dê sibê seat di 08.00'an de li ber avahiya DBP'ê ya Şirnexê kom bibin û ber bi herêma operasyonê ve bi rê bikevin.
(ma/zt)
