ROJEVA 04 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ
09:15
*Prof. Dr. Esra Arsan li Tirkiyê asta ku rojnameger gihayê nirxand û got: "Di nava nûçegihaniya bêduzen çepemeniya kurd wê valahiyê dagirtiye. Medyaya kurdan hewildide hemû rastiya şer weke heyî bide. Lê medyaya tirkan zimanê reşkirinê bikartîne. Ji bo wê jî ez medyaya kurdan di aliyê xwe perwerdekirinê de baş dibînim."
*Hewramanî bi hatina payîzê re gozên ku berhev kirine li bazarê difroşin û debara xwe dikin.
*Rojnamevanên Rojava ên ku beşdarî Kongreya Raghandina Azad bûne, êrîşa hikûmeta AKP'ê a li hember Kurdên Bakûr bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku ji bo rastiya van êrîşan ji raya giştî re parve bikin ew ê asta xebatê xwe bilind bikin.
*Saîme Elmas (15) a ku di encama êrîşa li ser gundê Tepedem ya Qelqeliya de ji lingê xwe birîndar bibû, diyar kir ku leşkeran bêy ku anons bikin gund gulebaran kirine û ew di encamê gulebarana leşkeran de li ber deriyê malê birîndar bûye.
*Endama Komeleya Nivîskarên Kurd Nivîskar Zeynep Yaş di derbarê rewşa wêjeya kurdî û xebatên di derbarê wêjeyê de nirxandin kiriye.
*Ji bo şêwirmendiya bi Nevin Yıldırım ve Çilem Dogan re jinên kampaniyeya nameyan dan despêkirin û bang li hemû jinan kirin ku li hember şidetê parastina cewherî bikarbînin.
*Rewşen Vehid ya ku di nava Şoreşa Rojava de bi keda xwe cihê xwe girtiye diyar kir ku hemû êşa jiyaye bûye girêdana wê ya bi şoreşê ve û bi wî awayî bi hêvî li pêşerojê jî dinêre.
