ROJEVA 05 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ
09:16
*Jinên Rojava bandora Arînan ser pêşengiya jinê di Şoreşa Rojava de nirxandin. Jinan diyar kirin ku Arîn Mîrxan ji bo wan sembola hêz û berxwedanê ye, ew xudawenda serketinê ye.
*Hevseroka HDP Colemêrgê Emine Armut di derbarê xebatên xwe yên hilbijartina 1'ê Mijdarê de wiha axivî: "Çawa berxwedana Kobanê û Rojava bi pêşengiya jinê serket, emê li Bakurdê Kurdistanê jî jin pêşengiyê ji hemû xebatan re bikin. Niha komisyonên meclisên taxan me aşkere kirine û di komisyonan de pirani rengê jinê û hêza jinê xuya dike. Emê bi jinên taxan re xebatên xwe yên hilbijartinê bimeşinin."
*Komeleya Niviskarên Kurd 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêkanî. Nivîskar Zeynep Yaş a ku di kongreyê de amadebûyî di derbarê xebatên wêjeya kurdî de got: "Armanca me ewe ku em ji pirisgirêk û astengiyên pêşiya wêjeya kurdî re çareyê bibînin û pêşde bibin."
*Ayşe Altindag a ku pîvanên civakî û malbatî nepejrandiye, di serî de zewac red kiriye piştre jî perwerdeya xwe berdewam kir. Ayşeya ku salên borî nekiriye pirsgirêk û pelek nû di jiyana xwe de vekiriye, xwendekara Zanîngeha Enqerê Beşa Têkiliya Gel û Dananasîn dixwîne.
*Jinên Seyhanê ên ku bi guhertina hewayê û lêkirina baranê re malê wan di bin avê de maye bertek nîşanî şaredariya CHP û MHP'ê dan. Jinan diyar kirin ku bi salane pirsgirêkên wan ne hatine çareser kirin û gotin eger pêwîst hebe, dê wek tax biçin şaredariyê û bertekên xwe bînin ziman.
*Hamide Çivak a 18 salî ku ji Mêrdînê ye di 1'ê Mijdarê de carayekem dê dengê xwe bikarbîne. Hamide diyar kir ku dê dengê xwe bide HDP'ê û got: "Pêwîste di vê hilbijartinê de jî HDP hêza xwe nîşan bide."
*Li gundê Tepedem piştî pêvçûna leşker û hêzên HPG'î, gelek welatî ku di navde zarok jî heyî hatin bin çavkirin. Zarokên bi nav Suzan Karabulut û Şahîn Can ên ku hatine bin çavkirin û piştî lêpirsînê hatin berdan, wiha gotin dervî hestê tirsê em tiştek din hîsnakin.
*Jinên Colemêrgê li hember dibin qedexeya derketina kolanan de qirkirina sivîlan bertek nîşanî rayedarên dewletê dan û bang li hemu gel kirin li Farqîn û Nisêbînê xwedî derkevin.
