ROJEVA 06 YÊ COTMEHA 2015'AN A JINHA YÊ
09:04
*Gurbetelli Ersoz... Jina ku dilê xwe bi çiyayan neqişandiye... Hevalên wê bi wê bi kenê wê bibîrtînin. Gurbetelli di yekem rawestgeha xwe ya meşa azadiyê de berê xwe da çiyan û got: "Bawerî û înada min heye. Ezê tiştên biçuk nexim serê xwe û xwe paşde nehêlim."
* Dayîka Gurbetelli Ersoz Fatma Ersoz diyar kir ku keça wê xwediyê kesayetek bicesaret û serketî bû û got: "Ew heval û hogora min bû."
*Nivîskarên kurd di xweseriya demokratîk de rola wêjeyê dinirxînin.
*Êrîşên li ser Şirnex’ê bi hemû hêzan xwe dawan dikin. Li Şirnexê her roj jin, zarok, ciwan tê kuştin û mal û dikan tên xerb kirin. Zarokê bi navê Sabrî û Ahmed Sûne yê ku di encama van êrîşan de mala wan xerabûye diyar kirin ku kolanên wan di bin êrişan de ne û ew êdî nikarin li kolanan bi leyzin.
*Radiyo ya Dunya a ku 21 salin li Çukurovayê weşanê dike dê ji niha û şunde zêdetir bibe dengê jinan. Radiyo ya ku bi 3 zimanan û du zoravayan weşanê dike dê her tiştên girêdayî jin û jiyanê bi zimanê jinê bigihîne guhdarvanên xwe.
* Jinên İzmirê diyar kirin ku êrîşên ser gel, bombakirina guristanan û înfazkirin û di kolanan de xirgandin rojên weke kabûsêne û gotin: "Ji xwe ji me saxan nagerin, vêcarê ji miriyên me jî nagerin."
