Li Farqînê teqîn
11:48
JINHA
AMED - Li ser rêya navbera Amed û Farqînê di seatên serê sibê de dema wesayîta leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat. Hat ragihandin ku di encama teqînê de gelek kuştî û birîndar hene.
Li rêya Amed û Farqînê şevê din teqîn pêk hat û îro di seatên serê sibê de careke din teqîn pêk hat. Piştî teqîna şevê din nedihiştin wesayît derbas bibin û hin wesayîtên derbas bûn jî hatin gulebarankirin. Li gorî agahiyan di seatên serê sibê de dema wesayîta leşkerî li nêzî taxa Qurtê yên Farqînê teqîn pêk hat. Piştî teqînê polîsan bi wesayîtên zirxî rê girtin û nahêlin wesayît derbas bibin. Hat ragihandin ku di encama teqînê de gelek leşker mirine û birîndar bûne.
(ha/zt)
